Li Tirkiyê 32 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 158 kesên din bi koronayê ketin û 31 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 150 hezar û 593 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 171 kesan. Herwiha 111 hezar û 577 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Ev di demekê de ye qedexeya derketina derve li 24 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro di roja dawî de berdewam e.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca duhî ragihandibû, wek hatiye pêşbînikirin, asta pêketina koronaye her diçe kêm dibe ku sedema sereke jî pabendbûna rênimayan e.

 

S. B