Çavuşoglu: 535 welatiyan li derve bi Korona canê xwe jidest dane
Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê rêkarên li hember Koronayê bi pêwendiyeke telefonê gotûbêj kirin. Mevlut Çavuşoglu dibêje, heta niha li derve, 535 welatiyên Tirkiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê rêkarên li hember Koronayê bi pêwendiyeke telefonê gotûbêj kirin. Mevlut Çavuşoglu dibêje, heta niha li derve, 535 welatiyên Tirkiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bi pêweniyeke telefonê pêşhatên dawî yên derbarî vîrusa Koronayê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve, Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, heta niha 138 welatan ji wan daxwaza kelûpelên tendirustiyê kirine û daxwaza piraniya wan dabînkirine ku Amerîka jî yek ji wan welatan e.
Çavuşoglu herwiha got, Hejmara welatiyên Tirkiyê ku li derve bi Koronayê canê xwe jidest dane gihiştiye 535 kesan, heta niha piraniya termên wan jî veguhestine Tirkiyê.
Ev di demekê de ye, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 150 hezar û 593 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 171 kesan.