Li Tirkiyê bo 4 rojên cejnê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan û ji bo her çar rojên cejna Remezanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan û ji bo her çar rojên cejna Remezanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna kabîneya xwe ji bo 81 parêzgehên Tirkiyê û ji bo her çar rojên cejna Remezanê qedexeya derketina derve ragihand.
Herwiha Erdogan ragihand, 29'ê mehê mizgeft tên vekirin û perwerdeya îsal bi dawî bûye û ya dama din ji Îlona bê destpê dike.
Ev di demekê de ye, şeva bûrî Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1 hezar û 22 kesên din jî bi koronayê ketin û 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî heta niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê151 hezar û 615 kes bi koronayê ketine û 4 hezar û 199 kesan canê xwe ji dest dane.
S. B