HDP: Desthilata AK Partî û MHP derbekar e

HDP dibêje, desthilata AK Partî û MHP derbekar e û ji aliyên demokrasî dixwaze, yekîtiya xwe saz bikin.

K24- Hewlêr

HDP dibêje, desthilata AK Partî û MHP derbekar e û ji aliyên demokrasî dixwaze, yekîtiya xwe saz bikin.

Peyvdara HDP Ebrû Gunay da xuyakirin, aliyên desthilatê jiber tirsa xwe, êrişî HDP dikin. Armanc ne tenê HDP ye, kesên ne ji wan in dikin armanc.

Da zanîn, ji bo aliyên demokrasî bikaribin hesab ji desthilatê bipirsin, divê yekîtiya xwe ava bikin û nabe ji vê desthilatê, tiştek erênî hêvî bikin.

Gunay got, danîna qeyuman tê wateya, ku "mafê Kurdan nîn e xwe birêve bibin" û bi vê armancê, heta niha bo 44 şaredariyan qeyum hatine danîn û 22 hevşaredar jî, hatine girtin.