Li Tirkiyê 23 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 23 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 23 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, îro di hejmara pêketin û mirinan de daketin heye û bi jiyaneke bikontrol û bi pabendiya rênimayan, ew dikarin hîn jî kêmtir bikin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 972  kesên din bi koronayê ketin û 23 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 152 hezar û 587 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 222 kesan.

Ev di demekê de ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistan û ji bo her çar rojên cejna Remezanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

 

S. B