Dadgeha Mafên Mirovan: Xwepêşandan bo perwerdeya zimanê dayikê rewa ye
Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa xwepêşandanên ji bo perwerdeya zimanê dayîkê rewa dibîne û Tirkiye bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa xwepêşandanên ji bo perwerdeya zimanê dayîkê rewa dibîne û Tirkiye bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar dike.
Xwendekarê zanîngehê Hakim Aydin, bi tometa beşdariya xwepêşandanên ji bo perwerdeya zimanê Kurdî û çandina daran, bi bangeşeya rêxistina terorê hatibû tometbarkirin û bi 10 mehan hatibû sizadan.
Aydin, sala 2009 serî li Dadgeha Ewropayê da ku mafên wî yên rewa hatine binpêkirin. Dadgeha Mafên Mirov di serdanê Tirkiye neheq dît ku mafên azadî û ewlekarî yên Hakim Aydin hatine binpêkirin û biryar da Tirkiye 7 hezar Euro bide wî.
C.B