Serbazekî Tirkiyê li Idlibê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li parêzgeha Idlibê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li parêzgeha Idlibê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di dema birêveçûna gereke çavdêriyê ya hêzên Tirkî li ser riya M4, teqînekê rû da.

Diyar kir jî, di encama teqînekê de serbazî Tirkiyê hat kuştin û sebazekî birîndar bû.

Li gor medyaya opozîsyona Sûriyê, li nêzîkî gundê Xesaniyê dema hêzên Tirkî li ser rê derbas dibû, teqîn di komgeheke çekan a Partiya Îslamî ya Tirkstanî de rû da.

Amaje bi wê da, serbazî kuştî û yê birîndar bi helîkopterê bo nexweşxaneya  Rihaniyê li Hetayê hatin veguhastin.

 

S. B