Amerîka: Esed, Rûsya û Îranê di ber kuştina zarokan de berpirsyar in
Nûnera Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsya û Îranî bi kuştina sivîl û zarokan tometbar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnera Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsya û Îranî bi kuştina sivîl û zarokan tometbar kirin.
Nûnera Amerîka Kelly Craft derengê şeva bûrî di çarçova rûniştineke Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê Rûsya û Îran berpirsyarên rasterast in di ber kuştina sivîl û zarokan de.
Herwiha got: “Bi riya bikaranîn bermîlên teqîner û cebilxaneya tewş û mûşekan de, hejmareke mezin ji zarokan hatine kuştin”. Li gor ku ajansa “Anadolu” belav kiriye.
Diyar kir jî, Washington dibîne ku divê hemû aliyên krîzê pabendî yasayên navdewletî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan bibin.
Tekez kir jî: Amerîka dê bi berdewamî li mîkanîzma parastina welatiyên sivîl ji êrîşên berberî bigere. Jixwe Netewên Yekgirtî jî hatiye avakirin, ji bo rê nede wan karên hovene”.
Nûnera Amerîka got jî: “Parastina sivîlan di milmilaneyên çekdarî de, erkekî giştî ye û Washington piştevaniyê li banga Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya agirbesteke cîhanî dike, ta tîmên tenduristiyê bikarin rûbirûyî vîrusa Koronayê bibin”.
Roja 4ê Adara bûrî, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres bangewaziyek kir, ji bo rûbirûyî vîrusa Koronayê, divê agirbest li hemû navçeyên cîhanê bê ragihandin.
S. B