Gereka çavdêrîya hevbeş li ser rêya M4 li Idlibê hate encamdan

Polîsên Rûsyayê û hêzên Tirkiyê gerek çavdêrî ya hevbeş liser rêya M4 li Idlibê encam dan.

K24- Hewlêr

Polîsên Rûsyayê û hêzên Tirkiyê gerek çavdêrî ya hevbeş liser rêya M4 li Idlibê encam dan.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belavkiriye, îro polisên serbazî yên Rûsyayê digel hêzên Tirkiyê gerek çavdêrî ya hevbeş liser rêya M54 bi beşdariya helîkopterên Rûsyayê encam dan..

Ligor hatiye belavkirin, ew ger ji gundê Trinbe li derdora Seraqib destpê kir, heya gundê Mhimbil li rojavayê Idlibê, dom kir.

Bi gotina Rewangehê, di dema birêveçun a wê gerê de welatiyên bajarokê Erîha nerazîbuna xwe nîşandan û zirîpoşên wan bi keviran kirin e armanc ...

Duhî jî. dema birêveçûn a gerek çavdêrî ya hevbeş ya Tirkiyê û Rûsyayê  liser rêya M4 bombeyek vedayî bi zrîpoşek Tirkiyê ve teqiya, di encam de serbazek Tirkiyê hat kuştin,  çendên din jî, brîndar bûn.