Hejmareka çekdarên opozsyonê û serbazên hikumeta Sûriyê hatin kuştin
Hejmareka çekdarên opozsyonê û serbazên hikumeta Sûriyê li derdora Îdlibê hatin kuştin.
K24- Hewlêr
Hejmareka çekdarên opozsyonê û serbazên hikumeta Sûriyê li derdora Îdlibê hatin kuştin.
Riwageha Sûriya ya Mafên Mirov raghand, di çend demjimêrên derbaszbûyî de şer bigiranî dirket di navbera artêşa Sûriyê û girûpên çekdar li Enîya bajarokê Fitêra li başorê Îdlibê. Ji encama wî şerî, 5 serbazên hikumetê û 3 çekdarên opozsyonê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. Li gotina Riwangehê renge hejmara kuştîyan zêde bibe bi sedema giranîya birînên wanbirîndaran.
Her li gor Riwangehê tevî berdewamîya agirbesta Rusiyê û Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê, lê hinek caran şer di navbera hêzên hikumetê û girûpên çekdar li Idlib û derdora wê rûdide û her yek ji herdû alî hevdû bi binpêkirina wê agirbestê tuhmetbar dikin.