Serokê Sûriye kesekê ser lîsta sizayên Ewrûpayê dike Parêzgarê Hesekê

Serokê Sûriye kesek nêzîkî xwe wekî Parêzgarê nû yê Hesekê destnîşan dike û ew kes liser lîsta sizayên Ewrûpa ye.

K24- hewlêr

Serokê Sûriye kesek nêzîkî xwe wekî Parêzgarê nû yê Hesekê destnîşan dike û ew kes liser lîsta sizayên Ewrûpa ye.

Serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermanekê, Parêzgarên her yek ji Parêzgehên Hesekê, Siwêda, Qunêtra,  Dera û Hums guherand. Ji bo Parêzgeha Hesekê Lîwa Xesan Helîm Xelîl hatiye destnîşan kirin, ku xelkê Misyaf e, û pêwendiyek wî ya bihêz ligel Beşar Esed heye.

Beşdarî di tinekirina serhildana sala 2011an de kiriye, û navê wî liser lîsta sizayên Ewropî, Brîtanî û Kenedî de heye.

Herwiha  ji bo Humsê Memdûh Barsîk, ji bo Dera Merwan Ibrahîm, ji bo Qunêrta Mihemed Tariq Kirêşatî û ji bo Siwêda Sadiq Dibyat, hatin destnîşankirin.