Amarên Koronayê li Rûsya, Îran û Amerîka
Amarên 24 demjimêrên burî de li li Rûsya, Îran û Amerîka bi vî awayî bûn e:
K24- Hewlêr
Amarên 24 demjimêrên burî de li li Rûsya, Îran û Amerîka bi vî awayî bûn e:
Rûsya:
Li Rûsya 181 kesên din bi Vayrosa Korona mirin.
Wezareta Tendirustiya Rûsyayê ragihandiye, di 24 demjimêrên borî de, 181 kesên din bi Vayrosa Korona mirin e. Herweha 8 hezar û 952 kes jî tûşî Vayrosê bûn e.
Bi vê amarê, hejmara giştî ya kesên li Rûsyayê canê xwe jidest dayî gihişte 4 hezar û 555 kesan û hejmara giştî ya tûşbûyan jî, gihişte 396 hezar û 575 kesan.
Îran:
Li Îranê 57 kesên din bi Vayrosa Korona mirin.
Peyvdarê Wezareta Tendirustiya Îranê Kyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24 demjimêrên borî de 57 kesên din bi Vayrosa Korona mirin. Herweha 2 hezar û 282 kesên din jî, tûşî Vayrosê bûn.
Hejmara giştî ya kesên li Îranê canê xwe jidest dayî gihişt 7 hezar û 734 kesan. hHejmara tûşbûyan jî, gihişt 148 hezar û 950 kesan.
Amerîka:
Li Amerîkayê 1 225 kesên din bi Vayrosa Korona mirin.
Zanîngeha Conz Hopkinz a Amerîkî belav kiriye, di 24 demjimêrên borî de, 1 225 kesên din bi Vayrosa Korona mirin e. Hejmara giştî ya kesên bi Vayrosê mirine gehişte 102 hezar 836 kesan.
Hevdem, heya niha zêdetir ji 1 milyon û 740 kes li Amerîkayê bi Korona ketin e.