Hikûmeta Sûriyê li beranber rêveberîya xweser nirxê genim bilind kir

Hikûmeta Sûriyê nirxê yek kîlo genim ji bo 400 lîreyên Sûriyê bilind kir.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Sûriyê nirxê yek kîlo genim ji bo 400 lîreyên Sûriyê bilind kir.

Hikûmeta Sûriyê biryar da  nirxê yek kîlo genim ji 225 lîreyên Sûrî ji bo 400 lîreyan bilind bike.

Hikûmeta Sûriyê dibêje ev gava wan ji bo piştevaniya cotyar û ji bo wergirtina tevahiya berhemê tevahiya parêzgehan hatiye.

Doh jî, Rêveberiya Xweser nirxê yek kîlo genim ji bo 315 lîreyên Sûrî bilind kir û biryar daye ku tevahiya berhemê ceh û genimê cotyaran bikire.