Dewama fermî li Sûriyê destpê dike
Piştî du mehan ji rawestandinê, careke din dewama fermî li damûdezgehên fermî yên Sûriyê destpê dike.
K24- Hewlêr
Piştî du mehan ji rawestandinê, careke din dewama fermî li damûdezgehên fermî yên Sûriyê destpê dike.
Hikûmeta Sûriyê vegera destpêkirina dewamê fermî li kerta giştî li gor rênmayên tendurstî ragehand.
Dewam sibe roja Duşemê destpê dike û demjimêrên dewamê ji 8ê sibehê ve destpê dike û demjmêr 3ê piştî nîvro bidawî dibe.
Herwiha her îro dewam li zanîngeh û peymangehan li parêzgehên Sûriyê destpê kiribûn.
Piştî derketina keysên pêketiyên Korona li Sûriyê hikûmeta wî welatî dewam li fermangeh û zanîngehan rawestandibû.