ENKS: Bo qonaxa dûyem a danûstandinên wan û PYDyê, bi şanderê Emerîka û fermandarê giştî yê HSDyê re civîyane

Serkirdeyekê ENKSyê dibêje, jibo destipêkirina qonaxa dûyem a danûstandinên wan û PYDyê, bi şanderê Emerîka jibo Rojavayê Kurdistanê û fermandarê giştî yê HSDyê re civîyane.

K24- Hewlêr

Serkirdeyekê ENKSyê  dibêje, jibo destipêkirina qonaxa dûyem a danûstandinên wan û PYDyê, bi şanderê Emerîka jibo Rojavayê Kurdistanê û fermandarê giştî yê HSDyê re civîyane.

 endamê desteya serokatîya Encûmena Niştîmanya Kurdî li Sûriyê, Silêman Oso bi Kurdistan24 re ragehand, piştî vegera desteya serokatîya ENKSyê ji Herêma Kurdistanê, wan  çendîn car bi nûnerê Emerîka Wîlyam Robak û fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm 'Ebdî re civînên sê alî encam dane û got: Peywendî û danûstandin berdewam in jibo  çareserkirina xalên paşxistî yên qonaxa  yekem û da diyarkirin jî  peywendî û danûstandinên nêzbûna alîyên Kurdî berdewam in.

Wî endamê desteya serokatya ENKSyê daxuyakrin jî, ku  ew hewil didin ew hevdîtin bi serkeftî biçin serî û ragehand ew dê di nêzkitîrn dem de li gel PYDyê   jibo qonaxa duyem bicivin.

Berpirsên ENKSyê û PYDyê  ragehandin wan li ser pirsên siyasî gotûbêj kirine û qonaxa yekê ya danûstandinan bi serkeftî derbaz bû ye.