Girûpên çekdar hejmareka serbazên hikumeta Sûriyê kuştin û brîndar
7 serbazên hikumeta Sûriyê di encama êrîşeke girûpên çekdar li başurê Idlibê hatin kuştin û brîndar bûn
K24- Hewlêr
7 serbazên hikumeta Sûriyê di encama êrîşeke girûpên çekdar li başurê Idlibê hatin kuştin û brîndar bûn
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov eşkera kirîye, duhî girûpên çekdar bi moşekan bingehên hikumeta Sûriyê li enî ya gundê Ruweyhe li başurê Idlibê muşekbaran kir, di encam de 4 serbazên hikumetê hatin kuştin û 3yên din jî biorîndar bûn.
Li gor hatîye belavkirin di heman demê de artêşa Sûriyê jî wek berisvekê ji wan êrîşan re gundê Fitêre li başurê Idlibê kire armanc lê ti ziyanên wê êrîşê heya niha nehatine zanîn.