Komên dijberîya Sûriyê genim û cehê xelkê şewtandin
Komên dijberîya Sûriyê nêzîkî 250 donim genim û cehê xelkê li derdroa Menbic şewtandin.
K24- Hewlêr
Komên dijberîya Sûriyê nêzîkî 250 donim genim û cehê xelkê li derdroa Menbic şewtandin.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belav kirîye, komên dijberîya Sûriyê agir berdan erdên çandinîyên gundîyên Yaşlî, Ûmcilûd û Ûm'edse li derdora Menbic û di encam de nêzîkî 250 donim ji genim û cehê xelkê hat şewitandin.
Riwangehê belav jî kirîye, ji encama êrîşên yekîneyên dijberîya Sûriyê li derdora Til Temirê jî rûbereka berfireh ji zevîyên xelkê şewitî. Ewê şewatê genimê gundê Beyîrîye, Heyt Elsefih, Dawidîye, El'ezîzye û Fethelle li xwe girt .
Riwangehê amaje bi wê yekê jî kirîye, ku li Til Beyder û Til Hemîs jî li derdora hesekê agir bi genmê xelkê ket û di encam de nêzîkî 200 donim genimê xelkê li wan herdû navçeyan şewtî.