Duhokê.. dû tûşbûyên Koronayê baş bûn û rewşa tûşbûyekî jî xerabe
Li Duhokê dû tûşbûyên Vayrosê Koronayê çareserbûn û nexweşek jî rewşa wî xerabe.
K24- Dohok
Li Duhokê dû tûşbûyên Vayrosê Koronayê çareserbûn û nexweşek jî rewşa wî xerabe.
Rêveberîya Giştî ya Tenduristya Duhokê ragehand, piştî wergirtina çareserîyê, rewşa dû tûşbûyên Vayrosa Koronayê baş bûye vegerîyan malên xwe û herdû çareser bûyî jî xelkên bajarê Akrê ne.
Heya niha li Duhokê 39 kes helgirên Vayrosa Koronayê ne, ji wan 21 kes çareser bûne. Di niha de 18 helgirên Vayrusê li jêr çavdêrî ya pizîşkyan de ne. Rewşa yekî ji wan xerabe.