Qedexeya çûnûhatinê îro li Duhokê bidawî nabe
Parêzgarê Duhokê radigihîne, rewşa parêzgeha Duhokê ji ber belavbûna virusa Koronayê xirap e, ji ber wê biryar dane herî kêm qedexeya çûnûnatinê heta 24 demjimêrên bê li Duhokê bidawî nebe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Duhokê radigihîne, rewşa parêzgeha Duhokê ji ber belavbûna virusa Koronayê xirap e, ji ber wê biryar dane herî kêm qedexeya çûnûnatinê heta 24 demjimêrên bê li Duhokê bidawî nebe.
Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand, ew dixwazin herî kêm heta 24 demjimêrên bê, qedexeya çûnûhatinê li parêzgeha Duhokê hebe, ta bikarin hemû kesên bi Koronayê ketine kom bikin, çi li kerentînê yan jî li nexweşxaneyan.
Ev di demekê de ye, ji duhî ve 52 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê hatine tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê biryara qedexeya çûnûhatinê heye û biryar e ji îro demjimêr 18:00 ve, asankarî di qedexeyê de bê kirin. Lê Parêzgarê Duhokê diyar kir, herî kêm qedexe li Dukokê heta 24 demjimêrên bûrî dê berdewam be.
S. B