48 kesên din li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Vayrosa Koronayê bûn

Di ragehandinekê de, wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna 48 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê piştrast kir.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna 48 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê piştrast kir.

 Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 48 tûşbûyên din yên Varosa Koronaya Nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin. 23 zelam, 23 jin û 2 zaro. 8 ji tûşbûyan berketîyên tûşbûyên berê ne, 40 tûşbûyî jî nîşaneyên wê nexweşîyê hene.

1 tûşbû rûniştvanê nahye ya Bazyan e.

1 tûşbû rûniştvanê nahye ya Erebet e.

1 tûşbû rûniştvanê qeza ya Seyd Sadiq e.

1 tûşbû rûniştvanê bajarê Kerkûk e.

44  tûşbû jî rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne

Wezareta Tenduristîyê

3/6/2020