Li Tirkiyê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 876 kesên din bi koronayê ketin û 24 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 166 hezar û 422 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 609 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, 123 hezar û 852 nexweş Koronayê jî baş bûne.
Her wiha Wezîrê Tendirustiyê Fexredîn Koca ragihand, hêj metirsiya Koronayê maye û divê welatî rênimayên tendirustiyê bicih bikin.
S. B