120 hezar Donim genimê Rojavayê Kurdistanê şewitîne

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, heta niha zêdetir ji 120 hezar Donim ji zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, heta niha zêdetir ji 120 hezar Donim ji zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

Hevserokê Desteya Çandiniyê di Rêveberiya Xweser de Selman Barûdo ji K24 ragihand, ta nuha nêzîkî 120 hezar Donim dexl û danên cotkaran şewitîne ku piraniya wan li gundewarê Til Temire li gundên Qasimiyê, Rîhaniyê û Dawdiyê ne.

Amaje bi wê da, tevî Rêveberiya Xweser ji bo parastina zeviyan ji şewatê hemû tedbîr girtine, lê ta niha bi dehên hezran ji zeviyên genim û ceh li seranserî Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

Demek e agir bi dexl û danên cotkarên Rojavayê Kurdistanê dikeve, berpirsên Rêveberiya Xweser jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê û şaneyên razayî yên DAIŞê, bi şewitandina dexl û danê cotkaran tometbar dikin.

 

S. B