Hevpeymanan başûrê Mexmûrê burdûman dikin û 19 çekdarên Daişê kuştin

Di burdûmaneka firokeyên hevpeymanan de li başûrê Mexmûrê, 19 çekdarên Daişê hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Di burdûmaneka firokeyên hevpeymanan de li başûrê Mexmûrê, 19 çekdarên Daişê hatin kuştin.

Yehya Resul, peyivdarê serbazyê serok wezîrê Îraqê ragehand, di burdûmaneka  frokeyên  hevpeymanan de li başûrê Mexmûrê, 19 çekdarên Daişê hatin kuştin û 46 şikeft û veşartgehên wan jî hatin teqandin.

Hevdem di çarçoveya qonaxa dûyem ya operasyona qaremanên Îraqê de li Kerkûkê, çar çekdarên Daişê hatin kuştin û du kesên revandî jî hatin azad kirin.

Herweha hewalgirîya serbazîya Îraqê jî, jinavbirina otombêleka bombekrî li Kerkûkê û girtina sê daxwazkirîyan bi madeya terorê li bajarokê Reşad ragehand.