Li devera Raperîn 4 kesên bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 4 kesên nû bi vîrusa Koronayê li devera Raperîn ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 4 kesên nû bi vîrusa Koronayê li devera Raperîn ragihand.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 4 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li devera Raperîn hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, kesên bi vîrusê ketinê, peyayekî 50 salî, 2 jinên 52 û 36 salî û zarokekî 17 salî ne.

Ev di demekê de ye, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 74 kes bi vîrusa Koronayê ketin û kesekî jî canê xwe jidest da.

 

S. B