Bandora Koronayê li ser koçberan
Vîrûsa Korona wek her kes, bandora xwe ya xerab liser koçberan jî nîşan da ye. Piştî derketina vê Vayrosê li Stenbolê bi 10 hezaran koçber bêkar man e û rewşa wan zehmettir bû ye. Tê ragihandin, ji ber ku piraniya koçberan ne fermî dixebitin, ji gelek mafên xwe yên yasayî bêpar dimîn in.
K24- Stenbol
Vîrûsa Korona wek her kes, bandora xwe ya xerab liser koçberan jî nîşan da ye. Piştî derketina vê Vayrosê li Stenbolê bi 10 hezaran koçber bêkar man e û rewşa wan zehmettir bû ye. Tê ragihandin, ji ber ku piraniya koçberan ne fermî dixebitin, ji gelek mafên xwe yên yasayî bêpar dimîn in.
Li Tirkiyê piştî derketina koronayê koçberên ku li vî welatî dijîn jî bandoreke xerab dîtine.Piraniya koçberên ku ji welatên wek suriye,iraq,afganistan û welatên dî hatîn tirkiyê li bajarên wek stenbolê bi mûçeyeke hindik hewl didin debara xwe bikin.Li kolanên stenbolê hezaran koçberên ku piştî koronayê bê kar mayîn hene û gelek ji wan ji ber ku bi awayeke fermî naxebitin ji hemû mafên xwe yên yasayî jî bêpar mane.
Koçber-1- got:'' Ez ji welatê mexrîb hatime stenbol.Beriya koronayê ez di kargeheka pêlavan de dixebitim. Wek herkesê koronayê bandorek xerap li ser me jî kir û ev nêzîkî 3 heyv in ez bêkar im û di rewşeke zehmettir de dijîm.
Koçber-2- got:''Ji ber ku ez di kargeheka xurekan de dixebitim koronayê bandorek xerab li ser karê min nekir.Lê gelek kesên derdora min bêkar man.Niha rewşa wan xerabe.Lê em hemû alikariya hevdu dikin û hewl didin ji vê rewşa xerab derkevîn.
Ji ber bêkarî û zehmetiyan hinek koçber li bendê ne vegerin welatê xwe hinek jî dibêjin em êdî fêrî jiyana tirkiyê bûne û li gel hemû zehmetiyan ew hêvîdarin rewş dê baştir bibe.
Koçber-3- dibêje:''Ez ji afganistanê hatim.Min û hevjîna xwe ji xwe re dikanek vekiriye û em bi hevre dixebitîn.Rewşa me hinekê zehmettir bûye lê cardî jî ne xerab e.Ez bawer dikim piştî niha rewşa me dê normal bibe.
Koçber-4- dibêje:''Ez beriya niha di karê avahîsaziyê de dixebitîm lê niha bêkar im û neçar im.ji ber koronayê niha dêriyê sinorî girtiye.Eger ev derî bê vekirin wê gavê ezê biçim idlibê.
Vîrûsa koronayê wek herkesê bandora xwe ya xerab li ser koçberan jî nîşan daye.Ji ber rênima û qedexeya derketina derve ev çend heyv in deh hezeran koçber bêkar di
rewşeke zehmet de dijîn.Lê gelek koçber di wê baweriyêde ne ku piştî asayî kirina jiyana rojane rewşa wan dê cardî ser xwe ve bê.