Li Tirkiyê 21 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 21 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 21 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 878 kesên din bi koronayê ketin û 21 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 169 hezar û 218 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 669 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, 135 hezar û 322 nexweş Koronayê jî baş bûne.

Her wiha Wezîrê Tendirustiyê Fexredîn Koca ragihand, hêj metirsiya Koronayê maye û divê welatî rênimayên tendirustiyê bicih bikin.

 

S. B