Efrîn.. Çekdaran keçeke Kurd revand û piştre jî kuşt

Keçeke Kurd a Efrînî ku berî 2 hefteyan ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin, îro termê wê kuştî hate dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keçeke Kurd a Efrînî ku berî 2 hefteyan ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin, îro termê wê kuştî hate dîtin.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, îro termê keça Kurd a 16 salî Melek Nebîh Xelîl Cuma ku roja 23ê meha bûrî ji aliyê çeteyên grûpa Sultan Murad ve hatibû revandin, li nêzîkî gundê Firîziyê ya Ezazê hate dîtin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ev nûçe piştrast kir û dan zanîn jî, Melek Nebîh Xelîl Cuma ji gundê Dêrwîş yê navçeya Şera ye û piştî revandina wê, îro li nêzîkî gundê Firîziyê ya Ezazê kuştî hate dîtin.

Ev ne cara yekem e xort û keçên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û kuştin. Pêştir jî zêdetir ji 50 tawanên wiha ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatine kirin.

 

S. B