HSD: Di 3 rojan de wan 50 çekdarên DAIŞê girtin e.
Hêzên Sûriya Demokrat ragihand, di dema 3 rojan de 50 çekdarên DAIŞê li navçeyên sînorî yên digel Iraqê girtin e.
K24- Hewlêr
Hêzên Sûriya Demokrat ragihand, di dema 3 rojan de 50 çekdarên DAIŞê li navçeyên sînorî yên digel Iraqê girtin e.
Navenda ragihandinê ya fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat di daxuyaniyekî de ragihand, ji destpêka operasyona wan li navçeya sînorî yên digel Iraqê, hêzên wan karîn e 50 çekdarên DAIŞê bigrin. Ligor HSD operasyon nêzîkî 35 gund û zeviyan li xwe digre, û hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî karîn rûberek berfereh bi dirêjahiya 20 kîlometreyan û berferehiya 70 kîlometran ji şaneyên DAIŞê paqij bikin.
Hesedê amaje kir, di 3 rojên Operasyonê de, wan ziyanên canî nebûn e.