Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê civiyan. Di hevdîtinê de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî, çareserkirina pirsgirêkên navçeyê bi rêyên aştiyane û serxistina pêvajoya çekberdana PKKê kirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an), di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Tirkiyeyê de, li Koşka Dolmabahçeyê ya Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di civînê de ku wezîrên Derve, Enerjî û Berevaniyê û herwiha Berpirsê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) amade bûn, her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di warên cuda de kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola Serokkomar Erdogan û Tirkiyeyê di parastina aştî û aramiya navçeyê de û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo geşepêdana zêdetir a hevkariyên dualî nû kir.

Ji aliyê xwe ve, Recep Tayyip Erdogan pesnê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku wekî "faktorekî giring ê aştî û aramiya navçeyê" têne naskirin. Her du alî li ser bidawîkirina alozî û nakokiyên navçeyê bi rêya diyalogê hevnêrîn bûn.

Pêvajoya Çekberdana PKKê û Aştî

Mijareke sereke ya civînê "Pêvajoya Aştiyê û çekberdana PKKê" bû. Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê anî ziman. Serokkomarê Tirkiyeyê jî tekezî li ser giringiya berdewambûn û serxistina vê pêvajoyê kir, da ku aramî bi temamî pêk were.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê

Di beşeke din a hevdîtinê de, hewildanên aliyên siyasî yên Iraqê yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hatin nirxandin. Her du aliyan hêvî xwest ku hikûmeta nû ya Iraqê bibe sedema çespandina aştiyê û ji bo hemû pêkhateyan bixebite. Her wiha hat xwestin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.