Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal gotûbêj kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 9ê Gulana 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Tirkiyeyê de, li Stenbolê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di civînê de derbarê guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de nêrîn hatin pevguhertin. Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo li ser hewildanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê hatin kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn, her du aliyan tekezî li ser giringiya cîbicîkirina projeya "Rêya Geşepêdanê" kirin, ku armanca wê girêdana welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re ye bi rêya xeta hesinî.