Li Tirkiyê bi asayîkirinê re, hejmara pêketiyan zêde bû ye
Li Tirkiyê bi asayîkirinê re, hejmara pêketiyan zêde bû ye
K24-Hewlêr
Endamek Desteya Zanistî ya Rûbirûbûn a Korona dibêje, li Tirkiyê bi asayîkirinê re, hejmara pêketiyan zêde bû ye.
Tirkiye bi meha Hezîranê re, di rêkarên rûbirûbûn a Korona de derbasî qonaxa 2yemîn bû û di gelek warên jiyanê de, dest bi asayîkirinê hate kirin. Herî dawî, bi biryara Serokomarê Tirkiyê qedexeya dawiya hefteyê ya li 15 bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî, hat rakirin.
Endamek Desteya Zanistî ya Rûbirûbûn a Korona dibêje, di 10 rojên dawî de, hejmara pêketiyan di navbera 700 û 1 500an de diguhere û ew jî, rê nade mijar zelal bibe. Da zanîn, bi asayîkirinê re, hejmara pêketiyan zêde bû ye û asta zêdebûnê, di heyama 10 rojan de, dê zelal bibe.