Hêzên Îraqê Kerkûk kirine serbazgeh

Dema 3 salane deverên Kurdistanî yên li derveya rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê li jêr dagîrakarîya hêzên serbazîyên Îraqê de ye. Hikumeta Îraqê bi bîyanûya hebûna çekdarên Daişê Kerkûk kirne serbazgeh û berdewam hêzê bo wî bajêrî dişîne. Hevwelatî û alîyên sîyasî gelek gilî û gazinde ji wê rewşê hene; lê wek ew dinêjin: Ti tişt ji destên wan nahêt û nekarin ti bikin.

K24- Kerkûk

Piştî 16yê Oktoberê hemû corên hêrişan kirin ser Kurd. Yek jî qurbanîyên evê rewşa ku niha li Kerkûkê heye bo Kurdistan 24 axivt û dibêje: Berî çend rojan hejmareka çekdaran di nava cadeyeka bajêr Kerkûkê de destê wî şikandin û ew qutane û yasa jî ti tiştek bo wî nekirîye.