Li Tirkiyê 23 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 23 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 23 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 914 kesên din bi koronayê ketin û 23 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 170 hezar û 132 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 692 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, 137 hezar û 969 nexweş Koronayê jî baş bûne.

Her wiha Wezîrê Tendirustiyê Fexredîn Koca ragihand, hîna metirsiya Koronayê maye û divê welatî rênimayên tendirustiyê bicih bikin.

 

S. B