ENKS: Divê nirxeke guncaw ji berhemên çandiniyê re bê diyarkirin
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike, nirxeke guncaw ji ceh û genim welatiyan re bê diyarkirin û cotkar jî bikarin berhemên xwe bi awayekî baştir bifiroşin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike, nirxeke guncaw ji ceh û genim welatiyan re bê diyarkirin û cotkar jî bikarin berhemên xwe bi awayekî baştir bifiroşin.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di derbarê rewşa abûrî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Lîreya Sûriyê roj bi roj nirxê xwe li hember Dolar û diravên din ên biyanî winda dike, vê yekê jî bandoreke neyênî ya rasterast li ser jiyan û debera welatiyan kiriye û hîştiye rêjeya hejariyê bilind bibe, ku mûçeya karekerekî daketiye kêmtirî 25 Dolaran.
ENKS di daxuyaniya xwe de radigihîne, ji encama rawestana proseya siyasî ya ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, ku rêjîma Sûriyê red dike biryarên navdewletî bicih bike, karesata Sûriyê aloztir dibe.
Amaje bi wê jî dike, bi nêzîkbûna bicihkirina yasaya Sîzer li ser rêjîma Sûriyê û dezgehên wê yên ewlehiyê re, welatiyên Sûriyê di rewşeke metisîdar de dimînin, ku nikaribin debara jiyana xwe bikin û pêwîstiyên sereke û dermanan jî nemînin.
ENKSê tekez dike, ew metirsî li cem xelkê herêma Cizîrê yê bi awayekî mezin pişta xwe bi karta çandiniyê dibeste zêdetir dibe, bi taybet ku rêveberiya PYDê biryarên ne lêkolînkirî derdike û nirxeke erzan ji berhemên wan re destnîşan kiriye, ku bi têçûna çandiniya wê û hilweşîna Lîreya Sûrî re nagunce, ligel wê jî firotana berhemên cotkaran jî kontrol kiriye, ku bi vî awayî jiyan û debara welatiyan armanc dike.
ENKS di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike, nirxeke guncaw ji berhemên welatiyan re bê diyarkirin û cotkar bikarin berhemên xwe bifiroşin, ji bo di vê rewşa hilweşîna nirxê Lîreya Sûriyê de, bikarin debara jiyana xwe bikin.
Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û welatên pêwendîdar dike, fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ta dest bi proseya siyasî bibe û çareseriyek ji krîza Sûriyê re û bê dîtin û rê li ber hilweşîna Lîreya Sûrî bigirin.
Li dawiya daxuyaniyê, ENKS daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên mirovî dike, hevkariyê bi gelê Sûriyê re bikin û pêwîstiyê wî ji xwarek û dermanan dabîn bikin û ji birçîbûnê jî rizgar bikin.
S. B