Dîndar Zêbarî: Rêxistinan 154 ton alîkariyên bijîşkî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin

Dîndar Zêbarî: Girtina deriyê Sêmalka ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, astengî li ber derbaskirina alîkariyan çê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand, ji ber girtina deriyê sînorî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, astengî li ber derbaskirina alîkariyên bijîşkî bo Rojavayê Kurdistanê çê dibin.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî bersiva raportên rêxistinên mirovî da û got: Rojane hejmareke mezin ji welatiyan di deriyê sînorî yê Sêmalka re çûnûhatinê dikin, herwiha rêxistinên mirovî jî di wê riyê re kelûpel û hevkariyan derbas dikin. Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankariyê dike, lê piştî belavbûna vîrusa Koronayê, di 1ê Adara 2020an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ew deriyê bi Herêma Kurdistanê re hate girtin, vê yekê jî heta radeyekê astengî durist kir, bi taybet bo gihandina kelûpelên bijîşkî ji bo rûbirûbûna Koronayê.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de diyar kir, girtina wî derî, astengî li pêş rêxistinan durist kir, ji bo encamdana karên mirovî. Daxwaz kir jî, ev derî vebe, ji ber wê bi mîkanîzmeke guncaw di navbera aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmê û Rêveberiya Xweser biryar hat dayîn, heftane rojên Sêşemê derî bê vekirin, ji bo şandina pêwîstiyên mirovî û xwarekê, bi taybetî kelûpelên taybet bi xweparastin û encamdana testên vîrusa Koronayê.

Dîndar Zêbarî amaje bi rêxistinên ku di dema bûrî de havkariyên bijîşkî gihandina Rojavayê Kurdistanê kir û got: Hejmarek ji rêxistinên mirovî yên navdewletî bi hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarî gihandin Rojavayê Kurdistanê, ku ji kelûpelên taqîgeh û pişknînên Korona, derman û kelûpelên bijîşkî yên hawarhatina bilez, keresteyên tîşka di ser deng re, alîkariyên bo kesên temen mezin û kêmendaman û keresteyên pakirinê pêk hatibûn, bi vî awayî ne:

Rêxistina MSF – Holland nêzîkî (50) ton derman. Rêxistina Bijîşkên Bêsînor a Hollandî nêzîkî (48) ton. Rêxistina MSF – Switzerland (1) ton. Rêxistina UPP Italian Organization zêdetir ji (5) ton. Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî (IRC Organization) zêdetir ji (9) ton. Rêxistina Barkopharma Company zêdetir ji (11) ton. Kompanyaya World Wide zêdetir ji (12) ton. Rêxistina Mintorî ya Brîtanî (357) K.G û (50) trumpa. Rêxistina Behr nêzîkî (3) ton. Rêxistina MDM zêdetir ji (2) ton. Kompanyaya American Power Gate nêzîkî (1) ton. Koma giştî ya van hevkariyan nêzîkî (154) ton kelûpel û keresteyên bijîşkî bûn.

Derbarê bi asankariyan bo dabînkirina kelûpelên bijîşkî li Herêma Kurdistanê û gihandina wan bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêxistinan ve, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: Ji niha ve qeyrana destxistina kelûpel û keresteyên bijîşkî yên taybet bi Koronayê li seranserî cîhanê bi Herêma Kurdistanê ve jî heye û rênimayên taybet jî derçûne bo vê mebestê, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgirî li ti rêxistinekê nekiriye bo dabînkirina wan, belkû gelek asankarî kirine, herwiha bac û risûmat jî ji rêxistinan wernagire, li hember gihandina wan kelûpelan bo Rojavayê Kurdistanê bi hevahengiya bi Wezareta tenduristiyê û Navxwe yên Hikûmeta Herêmê re û ew rênimayên taybet ji aliyê Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê derçûne.

 

S. B