li rojavayê Kurdistanê qeyrana giraniyê kûrtir dibe

Xelkê Rojavayê Kurdistanê nema dikarin kar bikin û jiyan gelekî zehmet bûye, û bi daketina nirxê lêreya Sûrî rewşa wan gelekî xerab bûye, lewma welatî daxwaza çareseriyekê ji rewşa xwe re dikin.

K24- Qamişlo

Xelkê  Rojavayê Kurdistanê nema dikarin kar bikin û jiyan gelekî zehmet bûye, û bi daketina nirxê lêreya Sûrî rewşa wan gelekî xerab bûye, lewma  welatî daxwaza çareseriyekê ji rewşa xwe re dikin.

Zehmatiya jiyanê dihêle ku mirov bê çarebimîne, ev hemî ajovanên teksiyan e, jisibehê ta êvarî kar dikin û nikarinpêdiviyên malên xwe peyda bikin, dibêjinher tişt buha bûye, lê hîn kirya teksiyanwekî berê ye, temenê parçeyên otombîlangelekî bilind bûye û kirya her siwarekînêzî nîv sêntî ye, ji ber wilo ev ajovandoza bilindkirina kirê û çareseriyekê jirewşa xwe re dikin.

Her kes van gazinan dike û kar hin bi hinradweste, ehmed xwedî firneyekê li bajarêqamişlo ye, karê xwe sekinandiye ji ber kutemenê çewalê adr bûye 10 qat û nirxê nan hîn wekî xwe ye, ehmed dibêje ku li gorînirxê dolar nema dizane her nanekî bi çiqasî bifroşe û eger rewş wiha bimîne dêfirneya xwe bi temamî bigre.

Rewşa hemî bazarê wiha ye, kirîn û firotinrawestiya ye û gelek dikan û market dergehên xwe girtine, xelk gelek gazinandikin û çare jî ji wan re nayê dîtin, hinabûrînas dibêjin ku ev nîşana pêlekbirçîbûnê ye ku bi ser deverê were.