HDP amadekariya xwenîşandana demokrasiyê dike

Li Tirkîye û bakur biryara meşa HDP ya bi navê "Li Dijî Derbeyê Meşa Demokrasîyê" tê nîqaşkirin. HDP piştî betalkirina 2 parlamenterên xwe biryar da ku di 15ê Hezîranê da ji Edîrne û ji Colemêrgê ber bi Enqereya paytexta Tirkîyeyê ve bimeşe û di 20ê Hezîranê da jî li Enqereyê bi deklarasyonekê encama meş û hevdîtinên xwe ragihîne.

K24- Enqere

Li Tirkîye û bakur biryara meşa HDP ya bi navê "Li Dijî Derbeyê Meşa Demokrasîyê" tê nîqaşkirin. HDP piştî betalkirina 2 parlamenterên xwe biryar da ku di 15ê Hezîranê da ji Edîrne û ji Colemêrgê ber bi Enqereya paytexta Tirkîyeyê ve bimeşe û di 20ê Hezîranê da jî li Enqereyê bi deklarasyonekê encama meş û hevdîtinên xwe ragihîne. Rêveberê HDPê Dogan Erbaş derbarê bernameya meşa HDP û karvedanên wê da bi taybetî bo K24ê axivî û agahîyên girîng da. Erbaş dibêje armanca wan protestokirina neheqîyên li dijî HDP, gelê Kurd û hemû mixalîfan e. Her wiha rêveberê HDPê dibêje wê meşa wan meşekî aştîyane be û wê bergirîyên hewce yên pandemîyê jî bigrin.

Partîya Demokratîk a Gelan HDP, piştî betalkirina parlamenterîya Leyla Guven û Musa Farîsogullari biryara meşa bi navê "Li Dijî Derbeyê Meşa Demokrasîyê" da. HDPya ku di 1ê Hezîranê da belgeya nexşerêyê eşkere kiribû û heta "Yekê îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê" biryara daketina kolanan û hin rêzeçalakîyan dabû, piştî hilweşandina 2 parlamenteran biryara meşê bo 15ê Hezîranê bipêş xist. Meşa du qolî ya ku wê bi pêşengîya Hevserokên HDPê ji Colemêrg û ji Edîrneyê dest pê bike, wê di 20ê Hezîranê da li Enqereyê bi civîneke berfireh û bi ragihandina encamnameyeke bidawî were.

Endamê Meclîsa Partîyê ya HDPê parêzer Dogan Erbaş, derbarê armanc û naveroka meşa HDPê da dibêje; "armanca wan ew e ku him neheqîyên li dijî HDPê protesto bikin, him jî bi alîyên demokratîk û mixalîf ra rê û rêbazên hevkarîyê bigerin."

Dogan Erbaş-Endamê Meclîsa Partîyê ya HDPê- got:-"Meşa me ji bo maf, dad û azadîyê û ji bo hevkarîya alîyên demokratîk û mixalîf bangekê ye. Meşa me wê meşekî dûvdirêj nebe. Bes li nav bajêr wê wekîl, hevşaredar û rêveberên me bimeşin. Wekî din wê bi wesaîdan ev meş bê temamkirin. Koma ewil wê ji Colemêrgê dest bi meşê bike, li Wan,

Amed û Çukurovayê raweste. Koma din jî wê ji Edîrneyê berê xwe bide Stenbolê. Di rê da wê her du kom bi sazîyên sivîl û demokratîk, rûspî û kesayetên serbixwe ra civîn û hevdîtinan pêk bîne. Wê nûner û komên ku ji 7 herêmên Tirkîyeyê birê dikevin li Enqereyê bigihîjin hev."

Rêveberê HDPê Dogan Erbaş, derbarê karvedanên meşa HDPê û bertek û nerazîbûnên ji CHPê û ji partîya îqtîdarê Ak Partîyê da dibêje, armanca desthilatdar û medyaya nêzî wê krîmînalîzekirina meşa HDPê ye. Erbaş radigihîne ku wê meşa wan di çarçoveya rê û rêbazên demokratîk û sivîl da be û ew ê tedbîrên hewce yên pandemîyê jî bigrin.

Dogan Erbaş-Endamê Meclîsa Partîyê ya HDPê- got:-"Bila her kes bizanibe ku meşa HDPê wê meşekî aştîyane û demokratîk be. Ev çalakîyeke yasayî û makezagonî ye. Bi ti awayî wê nikaribe were provekekirin. Desthilatdar û medyaya wê dixwazin vê meşê krîmînalîze bikin. Em hin daxuyanîyên mixalefetê bi dilpakî dibînin, lê divê mixalefet jî rastîya li Tirkîyeyê bibîne. Bo vê meşê hewceyî ti destûrekê nîne, lê bes em dikarin agahdar bikin. Em ne bawer in ku meşa me bê astengkirin. Bila dilê her kesî rihet be. Em ê bi mesafeya xwe parastin û bi bergirîyên pandemîyê vê meşa xwe temam bikin. "

Li gorî bernameya HDPê biryar e, di 15ê Hezîranê da li bajarê Edîrneya ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş lê girtî ye, bi pêşengîya Pervîn Buldan, û li bajarê Colemêrga ku Hevseroka KCDê Leyla Guven lê hatibû hilbijartin, bi pêşengîya Mîthat Sancar di saet 13:00ê nîvro da bi daxuyanîyeke hevdemî "Li Dijî Derbeyê Meşa Demokrasîyê" dest pê bike.