Tuncer Bakirhan: Biryarên Tirkiyeyê yên li dijî Amedsporê nijadperestane ne

Navenda Nûçeyan (K24) –  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bertek nîşanî biryarên Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ên li dijî Yaneya Amedsporê da û ew biryar wekî "nîjadperestî û cudakarî" bi nav kirin.
Bakirhan diyar kir, rêveberiya werzişê û lijneya dadweran ji aliyê kesên bêkêr ve tên birêvebirin û tekez kir ku heta demokrasî nebe, fûtboleke paqij pêk nayê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Tuncer Bakirhan rexne li tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkiyeyê girt, ji ber ku rê nade lîstikvanên kurd ên li asta Ewropayê biserketî beşdar bibin, ew jî tenê ji ber nasnameya wan a kurdî.

Ev bertek piştî wê yekê hat ku Lijneya Disiplînê ya TFFê bi hinceta "dirûşmên siyasî", zêdetirî 2 milyon û 500 hezar lîreyên tirkî cezayê diravî li Amedsporê birî.

Amedspora ku nûnertiya bajarê Amedê dike û werza borî derket Lîga Yekem a Tirkiyeyê, di dîroka xwe de ji ber nasnameya xwe ya kurdî gelek caran rastî cezayên giran, qedexeya temaşevanan û fişarên berdewam ên saziyên werzişê yên Tirkiyeyê hatiye.