Agir bi avahiyeke Hewlêrê ket û kesekî canê xwe jidest da

Îro dema nîvro agir bi avahiyeke nişticihbûnê li taxa Kurdistan a bajarê Hewlêrê ket û di encamê de kesekî canê xwe jidest.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro dema nîvro agir bi avahiyeke nişticihbûnê li taxa Kurdistan a bajarê Hewlêrê ket û di encamê de kesekî canê xwe jidest.

Peyvdarê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Raîd Serkewt Kareş ji K24ê re ragihand, agir bi avahiyeke nişticihbûnê li taxa Kurdistan. Agir hat kontrolkirin û tenê dûman maye. Di bûyerê de mixabin welatiyekî ku xelkê Efrînê ye canê xwe jidest da. Malbatên din jî hatin rizgarkirin.

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, di avahiyê de hejmarek malbat tê de dijîn. Agir bi qata binî ket, ku dukaneke firotana kelûpelên eliktonî heye û dûmaneke mezin jê derket. Ewê canê xwe jidest daye, ji encamê dûmanê bû.

 

 

S. B