Berpirsê Hewlgirîya Tirkiyê bi nihênî serdana Îraqê kirîye

Çavkanîyekê sîyasî yê Îraqê aşekera kirîye, dûhî Pêncşembîyê, 11/6/2020 Hakan Fîdan berpirsê hewalgirîya Tirkiyê bi nihênî serdana Îraqê kirîye.

K24- Hewlêr

Çavkanîyekê sîyasî yê Îraqê aşekera kirîye, dûhî Pêncşembîyê, 11/6/2020 Hakan Fîdan berpirsê hewalgirîya Tirkiyê bi nihênî serdana Îraqê kirîye.

Ewî çavkanî, ku nevîya ye navê xwe aşkera bike, bi kenala RT ya Rûsiyê ragehandîye, Fîdan di serdana xwe de li gel hejmareka berpirsên sîyasî û hikumeta Îraqê civîya ye.

Wî çavakanî zanyarîyên zêdetir derbarê naveroka civînan û armanca serdan Fîdan bo Îraqê pêşkeş nekirîye.

Hevdem hikumeta Îraqê di vî warî de, ti zanyarî ne ragehandîye.