Rêya Mehaba-Bokanê bûye metirsîdartirîn rêya Rojhilatê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber nebûna şertên ewlehiyê û nebûna ronahiyan û xetên cadeyan, zêdetirî 20 welatiyan li ser rêya Bokan û Mehabadê di rûdanên hatin û çûnê de canê xwe ji dest daye û xelkê deverê daxwaza çareseriyeka bilez dike.
Rêya di navbera bajarên Mehabad û Bokanê de bûye yek ji metirsîdartirîn rêyên Rojhilatê Kurdistanê. Di dema çend mehên borî de, zêdetirî 20 welatiyan di vê rêyê de canê xwe ji dest daye. Xwecihên deverê daxwaza nûjenkirina rêyê û qedehexakirina hatin û çûna barhilgiran dikin.
Nebûna xetên cadeyan û ronahiyê di şevê de û herwisa nebûna kamerayên çavdêriyê ji arêşeyên serekî yên vê rêyê ne. Ji aliyekî din ve jî, otombêlên navxweyî yên Îranê kêmtirîn şertên selametiyê û xwelibergirtina di dema lêkdanê de nînin û êrbagên wan kar nakin.
Zirarên wan rûdanan tenê madî nînin, bi dehan malbat bê serperişt dimînin û civak sermayeya mirovî ji dest dide. Xwecihên deverê dibêjin ku qonaxa soz û peymanan derbaz bûye û niha divê desthilatdar rêyên teng fireh bikin û şofêr jî canê xelkê nexin metirsiyê.
Ji ber hebûna barhilgirên zêde, nûjennekirina jêrxaneyê û kêmasiya şertên ewlehiyê di otombêlên navxweyî de, Rêya Bokan - Mehabadê di salên dawiyê de wek yek ji rêyên herî xeter û bitirs li Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn.