Ragehandinek ji Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê
Di ragaheandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştîyê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 11 tûşbûyên Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragaheandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştîyê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 11 tûşbûyên Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
Di wê ragehandinê de, hatîye, 11 tûşbûyên Vayrosa Korona COVID-19 piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî baş bûne û rewşa tenduristîya wan cêgîre.
Herweha amaje bi wê yekê jî daye, pişkinînên taybetên li pey hev bo wan 11 tûşbûyan hatin encamdan û her nerênî derket, lew biryar hate dan bihên vegerandin bo navê malbatên xwe.
Her li gor wê ragehandina rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê, heya niha hejmara tevaya wan tûşbûyên li parêzgeha Hewlêrê baş bûne gehişte 303 kesan.