Bi bilindkirina Ala Kurdistanê xwendina kurdî li Kerkûkê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserê Iraqê îro Yekşemê, 4ê Cormeha 2026an, sala nû ya xwendinê dest pê kir û deriyên zêdetirî 124 hezar dibistanan ji bo zêdetirî 12 milyon xwendekaran hatin vekirin. Di vê çarçoveyê de, xwendina kurdî li parêzgeha Kerkûkê dest pê kir.
Dibistanên xwendina kurdî li Kerkûkê bi bilindkirina Ala Kurdistanê pêşwazî li sala nû ya perwerdeyê kirin. Li gorî amaran, li Kerkûkê zêdetirî 104 hezar xwendekar di nav 562 dibistan û pêşdibistanan de ji aliyê 8 hezar û 200 mamosteyan ve hatin pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dabînkirina 1 milyon û 200 hezar pirtûk û pêdiviyên cuda yên perwerdeyê, amadekariyên pêwîst ji bo wan navendan temam kirine.
Li aliyê din, xwendekarên kurd ên li navçeyên Kurdistanî di ezmûnên giştî de rêjeya serkeftinê ya ji sedî 82 bi est xistine û li ser asta Iraqê di rêzên yekem de cih girtine. Li gorî çavdêran, ev serkeftin bûye sedem ku hejmareke berbiçav a xwendekaran ji dibistanên erebî vegerin polên kurdî, ev jî wekî nîşaneya bilindbûna asta perwerdeyê û pêbaweriya malbatan bi kerta perwerdeya Herêma Kurdistanê tê nirxandin.