Îsal 77 kes di rûbarên Kurdistanê de xeniqîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê bûyerên xeniqînê yên li çem û rûbaran li gorî sala borî zêdebûneke berbiçav tomar kirine û ji destpêka îsal ve heta niha 77 kesan di avê de canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Berevaniya Sivîl a Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş îro 4ê Cotmehê ji Kurdistan24ê re ragihand, ji serê îsal ve 77 kes di rûbar û çeman de xeniqîne. Kareş diyar kir jî, tîmên wan karîne termên 76 kesan bibînin û tenê termê kesekî li sînorê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê heta niha nehatiye dîtin.
Derbarê sedemên bilindbûna van amaran de, Berdevkê Berevaniya Sivîl destnîşan kir ku bilindbûna asta avê û helîna rêjeyeke zêde ya berfê, bûne sedema tundbûna herikîna rûbaran. Vê rewşê hêza melevanan kêm kiriye û sarbûna zêde ya avê jî dibe sedema girjbûna masûlkeyên laş.
Kareş da zanîn, beşek ji kesên xeniqîne bi xwe melevanên baş bûne, lê ji ber şert û mercên avê nekarîne xwe rizgar bikin. Di heman demê de hejmarek ji qurbaniyan, geştiyarên ji parêzgehên naverast û başûrê Iraqê ne.
Zêdebûna hejmara qurbaniyan di demekê de ye, di tevahiya sala borî de li seranserê Herêma Kurdistanê tenê 68 bûyerên xeniqînê hatibûn tomarkirin; lê îsal tevî ku du meh ji bo bidawîbûna salê mane, hejmar gihiştiye 77 kesan. Rayedar balê dikişînin ser wê yekê ku tevî belavkirina rênimayan û danîna tabelayên "Melevanî qedexe ye", beşek ji welatiyan wan hişyariyan piştguh dikin û li cihên metirsîdar dikevin avê.
Herêma Kurdistanê ji ber hebûna çem û rûbarên wekî Zêyê Mezin, Zêyê Biçûk, Xabûr û Sîrwanê, di werzê havînê de dibe stargeha bi sed hezaran geştiyaran; bi taybetî welatiyên naverast û başûrê Iraqê ji bo xwe rizgarkirina ji pêlên germahiyê berê xwe didin hewz û rûbarên deverê.