Tirkiye cihê bombebaran kirine aşkere dike
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, wan di operastona “Pençe Kartal” de 81 pêgehên PKKê bombebaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, wan di operastona “Pençe Kartal” de 81 pêgehên PKKê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir, firokeyên wan 81 pêgehên PKKê li Şingal, Qendîl, Zab, Avaşîn, Qereçûx û Xakurkê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de sedemên operasyona xwe aşkere dike û dibêje, destpêkirina operasyonê ji ber zêdebûna metirtisiyên li ser sînor û êrîşkirina ser bingehên polîsên Tirkiyê ye.
Ji heyama 30 salî ve ye, artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê di şer de ne, ji encama wê jî bi dehan gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û hejmarek ji welatiyên sivîl jî şehîd bûne, herwiha gelek ziyanên madî jî gihîştine gundiyên.
Ani hava harekâtıyla terör yuvalarının yerle bir edildiği #PençeKartalOperasyonu’ndan ilk görüntüler. ?? #MSB #TSK pic.twitter.com/U0yp0kgx6H
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) June 15, 2020
S. B