Malîkî: Emerîkayê got firokeyên F16 nafirosîn hewe nekû li Kurdistanê bidin
Nûrî malîkî aşkera kir, ku di dema serok wezîrên Îraqê bû û fermandeyê giştîyê hêzên çekdar bû, Emerîkayn gotibû wî, em firokeyên F16 nafiroşin Îraqê nekû bi rêya wan firokeyan li Herêma Kurdistanê bidin.
K24- Hewlêr
Nûrî malîkî aşkera kir, ku di dema serok wezîrên Îraqê bû û fermandeyê giştîyê hêzên çekdar bû, Emerîkayn gotibû wî, em firokeyên F16 nafiroşin Îraqê nekû bi rêya wan firokeyan li Herêma Kurdistanê bidin.
Di dîdareka televizyonî de li gel Kenala Afaq a Îraqî, Nûrî Melîkî serok wezîrê berê yê Îraqê û fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê yê wê demê, behsa danûstandinên stratîcîyên niha yên Îraq û Emerêkayê dike û şîreta hizban alîyên Îraqî dike bawerîyê bi Emerîkayê nekin.
Di pişkeka axivtinên xwe de, Nûrî malîkî got: Ez şîreta birayên xwe dikim di dema giftûgoyan de li gel Emerîkayê dikin bawerîya we bi Emerîkayîyan nebe, çunku tevaya helwêstên wan sîyasî û bazirganîye. Bo nimûne tankekê wek welatên din bi hewe nafiroşin, lê sîyasîyane difiroşin hewe.
Malîkî dibêje: Ez bo kirrîna karwan dûyem a firokeyên F16 çûme Emerîka, li ba wan rêkar bi vî awayî ne:
Ew rêkkevtin nahête kirin heya berpirsê peywendîyên derve di kongirêsa Emerîkayê de razî nebe û wajûyê neke, nabe. Ku kesek bû bi navê Menendês. Gotin here ba Menendês û razî bike û çûm wî razî bikim. Belê wî gote min: Razî nabim wan firokeyan bifiroşim hewe, nekû biçî bi wan firokeyan hêrişê bikin ser Îsrayîl yan Kurdistanê, lê min got: Ez rê nadim bi vî awayî li gel min biaxivî, çunku yekm gelê Kurdistanê gelê min e û ez ji wan berpirsim. Dûyem tu dibêjî li Îsrayîlî didin, belê Îsrayîlê 250 mûşekên navokî hene ku hewe daye wan.
Serok wezîrên berê yê Îraqê got jî, bi sedema ku emerîka amade nebû wan firokeyan bifiroşin Îraqê, me firokeyên cengî ji Rûsiyayê kirrîn bo rûbirûbûna Daişê.