Kalin: Fransa ewlehiya deryaya Naverast û NATOyê dixe metirsiyê

Hikûmeta Tirkiyê dibêje, Fransa ewlekariya deryaya Naverast û NATOyê dixe metirsiyê û heta ku hikûmeta Lîbyayê bixwaze, ewê li wî welatî bimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê dibêje, Fransa ewlekariya deryaya Naverast û NATOyê dixe metirsiyê û heta ku hikûmeta Lîbyayê bixwaze, ewê li wî welatî bimînin.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, derbarî aloziya navbera Fransa û Tirkiyê de da xuyakirin, hikûmeta Fransayê li Lîbyayê piştevaniya aliyên nerewa dike û bi wê yekê ewlekariya NATO û deryaya Naverast û bakurê Efrîqayê dixe metirsiyê.

Kalin got, agirbest dikare bê bicihkirin, lê divê hêzên Hefter ji bajarên Sîrte û Cufrayê vekişin û hemû alî vegerin mercên sala 2015. Da zanin, Hikûmeta Wîfaqê ya ku ew piştevaniya wan dikin, ti danustandinkeke agirbestê li gel Xelîfe Hefter nake.

Kalin da xuyakirin, Îmarat piştevaniya şerê Lîbyayê dike û Misir jî piştevaniya Hefter dike û da xuyakirin, heta ku hikûmeta Lîbyayê bixwaze, ewê li wê derê bimînin.

 

S. B