Li Stenbolê ji welatiyan re çalakiyek sînemayî hat lidarxıstin

Li navçeya Yenîkapiya Stenbolê, ji bo welatiyên ku ji ber vîrûsa koronayê guh didin banga "li malê bimîne" û ev demek e ji malê derneketîn û ji çalakiyên sosyal bêpar mayîn, çalakiya "sînemaya di erebeyê de" bi rêve çû.

K24- Stenbol

Li navçeya Yenîkapiya Stenbolê, ji bo welatiyên ku ji ber vîrûsa koronayê guh didin banga "li malê bimîne" û ev demek e ji malê derneketîn û ji çalakiyên sosyal bêpar mayîn, çalakiya "sînemaya di erebeyê de" bi rêve çû.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, li qada çalakiyan a Yenîkapiyê, ji bo welatiyên ku ji ber vîrûsa koronayê guh didin banga "li malê bimîne" û ev demek e ji malê derneketîn û ji çalakiyên sosyal bêpar mayîn, çalakiya "sînemaya di erebeyê de" li dar xist.

Welatiyên beşdarî çalakiya bi dirûşma "park bike û temaşe bike" hatî lidarxistin bûyîn, dibêjin ji ber vîrûsa koronayê bi mehan e ji malê derneketine û bi xêra van çalakiyan hinekê bêhna wan derket.

Welatiyek dibêje:"2 meh û nîvan em ji malê derneketin. Bi rastî jî bêhna me teng bû. Bi van çalakiyan bêhna me derdikeve. Em bi malbat ve hatin û weke rojên berê di erebeyê de li ser ekranên mezin em fîlman temaşe dikin."

Welatîyeka din dibêje:

"Çawa me bihîst ku çalakiyek wisa heye, ez û hevjînê xwe û zaroka xwe beşdar bûyîn. Weke tê zanîn korona heye û hewa jî germ bûye. Bi xêra vê em di erebeya xwe de rûdinin û di honkayê de temaşeyî fîlma xwe dikin."

Welatiyên ku bi malbat û hevalên xwe re hatîn qadê, dibêjin ji derve di erebeyê de temaşekirina fîlmê gelek xweş e û bi vî awayî dikarin navbera civakî jî biparêzin.

Welatîyeka din got:"Bi rastî jî em ditirsin tevlî mirovan bibin. Bi saya van çalakiyan em dikarin navbera civakî biparêzin û ji derve fîlman temaşe bikin. Temenê dayik û bavê min li ser 65ê re ye. Ez bi wan re hatim vê derê û rastî jî gelek keyfxweş in."

Çalakî de 2 mehan bidome û her roj dê konsert bên lidarxistin û fîlm bên temaşekirin. Welatî, eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê didin.