Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 9 milyon kes derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 9 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 470 hezar derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 9 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 470 hezar derbas kir.

Pêgeha Worldometers a ku amarên Koronayê li cîhanê dişopîne ragihand, li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 9 milyon û 51 hezar û 500 kes, ji nava wan 470 hezar û 795 kesan canê xwe jidest dane.

Diyar kir jî, tenê di 15 rojên dawî de, du milyon kes bi Koronayê ketine.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 255 hezar û 119 kesan. Herwiha zêdetir ji 119 hezar û 719 kesan canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku 1 milyon û 32 hezar 913 hezar kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 50 hezar û 559 kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha Rûsya di pileya sêyemîn bi 585 hezar pêketiyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 8 hezar 111 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B