Makron: Tikriya yarîyeka metirsîdar li Lîbya dike

Serokê Firansa Îmanoyîl Markron ragehand, Tirkiya yarîyeka metirsîdar dike li Lîbya, amaje bi wê yekê jî da ku wî, berê ev helwêst gehandîye hevtayê xwe yê Tirkî, Receb Teyîb Erdogan.

K24- Hewlêr

Serokê Firansa, Îmanoyîl Markron ragehand, Tirkiya yarîyeka metirsîdar dike li Lîbya, amaje bi wê yekê jî da ku wî, berê ev helwêst gehandîye hevtayê xwe yê Tirkî, Receb Teyîb Erdogan.

Evro Dûşembîyê Makron got: Min delîve hevû ku bi ruhnî bêjme Erdogan, ez di wê bawerîyê de me ku Tirkiya yarîyeka metirsîdar dike li Lîbya, amaje bi wê yekê jî kir, ku ew yek jî li gel wan pabendîyên wî nagunce, ku li herdû kongireyên Berlîn soz dabû bicih bike .

Makron got jî, ewî li gel Serokê Emerîka, Donald Tiramp  behsa kirîza Lîbya kirîye.

Di kongireya Nêvdewletî ya Berlînê de derbarê Lîbya, alîyên pişikdar, li ser agirbestê û destpêkirina danûstandina  bi rêya Komîteya (5+5) rêkkevtibûn, lê rewşa Lîbya di mehên dawîyê de li gel zêdebûna operasyonên şer di navbera sûpayê nîştîmanîya Lîbya bi serkirdatîya Xelîfe Hefter û hêzên ser bi hikumeta Wîfaqa Nîştîmanî aloztir bû.

 

Çavkanî: Royterz